Here naverokê

Xalîçe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xalîçe
Xalîçeyeke kurdan
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xalîçe, mehfûr an jî xalî, berhemeke tevnkeriyê (cûmkerî) ye. Li dezgehên taybet ên xalîkeriyê (mehfûrkerî) tên çêkirin. Girêbendikên hûrik gorî nexş û nîgarên xwestî, li bendên tevnê tên girêdan. Bi giştî dema girê bidawî dibin, xalî jî bidawî dibe. Karekê gelek dijwar e.

Tevnên cilan li Kurdistanê berwarî, yên xaliyan jî emûdî (qinc) ne. Tevnên cilan kêmber ên xaliyan pirranî çargoşeyî û biber in. Xaliyên nûjena di fabrîkan de tên çêkirin û ne tenê ji girêbendikan e.

Mafir ne tenê wekî cîrax an binraxekê tê bikaranîn, mafirên dîwaran jî hene. Li cîhanê xaliyên faris, îtalî, kurd û hayan (ermenî) deng vedane. Xalî bi giranî li Bakurê Kurdistanê, li parêzgehên Meledî, Gurgum, Xarpêt, Wan, Riha, Dîlok û Colemêrgê tê çêkirin. Xaliyên herî mezin û nîgarxweş li Melediyê tên çêkirin.

Dîroka mafirê (xalî)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 1949ê xaliyek hat vedîtin ku 500 salan b.z. hatiye çêkirin. Ev xalî niha li Rûsya, bajarê St. Petersburgê di muzeyê de tê xwedîkirin.