Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye ku ji bo tenduristiya gelemperî ya navneteweyî xebatan dimeşîne. Armanca sereke ya Destûra bingehîn a WHO ev e ku "hemî gelên cîhanê bigihîjin asta herî bilind a tenduristiyê". Navenda saziyê li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ye, şeş ofîsên herêmî û 150 ofîsên qadan li çaraliyê cîhanê hene. Destûra bingehîn a RTCê ji aliyê 61 welatî ve di 7ê nîsana1946an de hatiye pejirandin. Her sal di 7ê nîsanê de roja tenduristiyê ya dinyayê tê pîrozkirin. Civîna yekem a Meclîsa Tenduristiyê ya Cîhanê (WHA), ku saziya rêveberiyê ya ajansê ye, di 24ê tîrmeha sala 1946an de de pêk hat. Karmend û peywirên Rêxistina Tenduristiyê ya Yekîtiya Neteweyan û Ofîsa Navneteweyî ya Tenduristiyê ya Publique, tevî Tesnîfkirina Nexweşiyên Navneteweyî (ICD) bi temamî ji aliyê WHOyê hatiye yekkirin. (zêdetir...)
Wîkîpîdiya însaykllopîdiyayekî azade ke hemû kesêk detiwanêt destkarîy bikat. Witare soranîyekan le mangî 8î 2009ewe le mallperrî ciyawazî kurdîy nawîn û be elfubêy erebî billaw debinewe.
Wîkîpediya, ensîklopediyeke azad a bi zimanê kurdî ye. Ev projeya navneteweyî, derfeteke girîng a ji bo pêşdexistina zimanan e. Mirovên ku dixwazin zimanê kurdî pêşde biçe, dikarin di Wîkîpediyayê de alîkariya zimanê me bikin. Hûn jî dikarin li vir tevlî me bibin. Keremkin bi beşên alîkarî û pênc hîmên sereke yên wîkîpediyayê fêr bibin ka gotar çawa têne nivîsandin.
1918 – Hewldana kuştina Lenînê: Hewl dan ku ji lîdera bolşevîk Vlademir Lenînê re sûîqestek bikin. Herçiqas Lenîn bi awayekî dijwar birîndar bûbe jî ji vê sûîqestê sax xilas bû.
1941 – Artêşa almanan dest bi dorpêçkirina Lenîngradê kirin. Ev dorpêç, 900 roj berdewam kir.
1963 – Xeta telefonê a sor yê ku di navbera Kremlîn (avahiya ku serokdewletê rûsan lê dimînin) û Qesra Spî (avahiya ku serokdewletê amerîkiyan lê dimînin) de hevdîtina rasterast temîn bike kete dewreyê.
1981 – Serokdewletê Îranê Muhammed Elî Recaî û serokwezîr Muhammed Cevad Behonar di êrîşekî bombeyî de hatin kuştin.
1988 – Hikûmeta Tirkiyeyê bi hezaran kurdên ku ji artêşa Iraqê ber bi Bakurê Kurdistanê ve reviyabûn û li sînora Tirkiyeyê civiyabûn, qebûl kir ku bikevin Tirkiyeyê.
1995 – NATO li hemberî Sirbên bosniyayî operasyona hewayî da dest pê kirin. Operasyona Hêza Plankirî, piştî Şerê cîhanî yê duyem yek ji bombebaranên herî dijwar bû.