Here naverokê

Dirêjahî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 10:35, 3 kanûna paşîn 2024 ya ji aliyê Balyozbot (gotûbêj | beşdarî) (Bot: +{{Kontrola otorîteyê}} (bnr. gotûbêjê)) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)
her tişt di valagehê de xwedî sê rehendan e: dirêjahî (length), pehnahî (width), bilindahî (height). Dirêjahî rehendê dakişandî yê her tiştê ye.

Dirêjahî (bi Soranî: dirêjayî, درێژایی ; bi Inglîzî: length) yek ji rehendên tiştan e. Dirêjahî rehendê dakişandî yê her tiştê ye. Dirêjahî ya tiştekî duriya navbera dawî yên wî tiştê ye; berfirehiya xetî ya wî ku ji dawî heta dawî dihêt pîvan. Pêdivî ye ji bilindahî û pehnahî bihêt cuda kirin. Bilindahî berfirehî ya tiştan e bi awayê stûnkî; Û pehnahî dûrî ya navbera alîyekî heta aliyê dî nîşadidit.

Di fîzîkê da, bi awayekê edetî her dûrahîya di navbera du xalan da dirêjahî ye.

Dirêjahî pîvana rehendekî bi tenê ye. Rûber pîvana du rehendan e (dirêjahî 2 car) û guncak pîvana sê rehendan e (dirêjahî 3 car). Di piraniya sîstemên pîvan û yekînan da, dirêjahî yekîneka bingehîn e û yekînên dî li ser wê dihên pênasekirin.