Here naverokê

Hewlêr (paytext)

Ji bo maneyên din li Hewlêr binêre.
Hewlêr
Arbîl
Wêneyên ji bajêr
Hewlêr li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Hewlêr
Hewlêr
Hewlêr (Başûrê Kurdistanê)
Hewlêr li ser nexşeya Iraq nîşan dide
Hewlêr
Hewlêr
Hewlêr (Iraq)
Kargêrî
Welat Başûrê Kurdistanê
Dûgel Îraq
Parêzgeh Hewlêr
Navçe Navenda Hewlêrê (navçe)
Demografî
Gelhe 1.713.461[1] (2009)
Erdnîgarî
Bilindayî 415
Koordînat 36°11′28″Bk 44°00′33″Rh / 36.19111°Bk 44.00917°Rh / 36.19111; 44.00917
Agahiyên din
Koda telefonê 066 (bajar)
Malper hawler.gov

Hewlêr (bi soranî: هەولێر) bajarê herî mezinê Başûrê Kurdistanê ye û paytexta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.[2] Li gorî daneyên sala 2018an nifûsa bajêr 879.071 kes e. Hewlêr bajarê herî qelebalix û bajarê herî mezinê Herêma Kurdistanê ye.

Dîroka niştecihbûna mirovî ya li Hewlêrê vedigere hezarsala 5an a berî zayînê. Li navenda bajêr de Keleha Hewlêrê û Minareya Mudhafariya heye. Belgeyên dîrokî ya herî kevn a li Hewlêrê ji Xanedaniya Sêyem a Ur Sumerê vedigere ku Qral Shulgi behsa bajarê Urbilumê kiriye.[3][4]

Di sedsala 3an a berî zayînê de Hewlêr li herêma xwe hêzeke serbixwe bû. Bajêr demekê ji aliyê gûtiyan ve hatiye birêvebirin û beriya zayînê di dawiya sedsala 2an de ji aliyê asûriyan ve tê dagirkirin. Piştre bajêr ji aliyê împeratoriyên wekî Împeratoriya Medan, Împeratoriya Hexamenişî (Asûriya Hexamenîs), Keyaniya Makedonî, Împeratoriya Seleukî, Împeratoriya Eşkanî, Asûriya Roma û Împaratoriya Sasaniyan ve hatiye birêvebirin.

Piştî dagirkirina erban a Îranê li herêm êdî yekgirtî namîne û di serdema navîn de bajar ji aliyê selçûqî û osmaniyan ve tê dagirkirin. Piştê belavbûna osmaniyan û bi parvekirina herêmên kurdan re bajêr û Başûrê Kurdistanê dikeve nav axa Iraqê.

Bi şerê navxweyî ya Iraqê ku sala 1991ê li hemberê rejîma Sedam Huseyn derdikeve û bi dawî bûna şer re Herêma Kurdistanê statuyeke federatîf wergirtiye û di sala 1992an de parlamentoya Herêma Kurdistanê li bajêr hatiye avakirin

Muzexaneya arkeolojîk a Hewlêrê komeke mezin ji berhemên berî îslamê, bi taybetî hunera Mezopotamyayê, vedihewîne ku muzexane bûye navendeke ji bo projeyên arkeolojîk ên li deverê. Di tîrmeha sala 2014an de Keleha Hewlêrê wek Kelepora Cîhanî ya UNESCOyê hatiye tomarkirin.[5]

Navê Hewlêrê di nivîsarên pîroz ên di hezarsaliya 3an a sumeriyan de wek Urbilum, Urbelum hatiye nivîsandin.[6] Piştre ji aliyê akadî û asûriyan ve ji hêla etîmolojiyek folklorîk ve bajêr wekî arba'ū ilered (çar xwedê) binav kirine.[6] Di demên klasîk de bajar wekî Arbela hatiye binavkirin.

Navê bi zimanê kurdî û navê nûjen a bajêr îro wekî Hewlêr an Hewlêrê hatiye binavkirin.

Dîmenek ji Keleha Hewlêrê ku qadeke girîng e arkeolojîkê bajêr e.

Di salên 2006 û 2007an de tîmek ji Zanîngeha Bohemya Rojava, ligel tîma Zanîngeha Selahedînê a Hewlêrê, lêkolîn û nirxandineke berfireh li ser tevahiya Keleha Hewlêrê hatiye pêk anîn. Ji ber ku herêma arkeolojîk we qas bi giranî ji aliyê mirovan ve hatiye dagirkirî cih bi awayeke birêkûpêk nehatiye kolandin. Lêkolîna Arkeolojîk a Deşta Hewlêrê di sala 2012an de dest hatiye destpêkirin. Lêkolîna arkeolojîk dîmenên satelaytê û xebatên meydanî ji bo destnîşankirina geşepêdan û arkeolojiya deşta derdora Hewlêrê pêk tîne. Ji xeynî Hewlêrê li deştê gelek şûnwarên arkeolojîk ên bi hêvî hene nemaze li Tell Baqrtayê. Tell Baqrta deverek pir mezin e ku qada deverê ji 80 hektaran pêk tê ku dîroka deverê vedigere Serdema Bronz a Destpêkê. Di sala 2013an de tîmek ji Zanîngeha Sapienza ya Romayê li navenda kelehê hinek xebatên radarê bi qul kirina erdê pêk anîn. Di sala 2014an bi hilweşana avahiyek nû yê li kelehê dest bi kolanên arkeolojîk hatiye kirin ku derfetek ji bo kolandinê peyda kiribû. Li jêrzemîna bajêr jî wêneyên hewayî yên dîrokî û lêkolîna bejahî hatiye destpêkirin.

Serdema bronzê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bronza destpêkê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêma ku Hewlêr tê de ye ji 3000 salên b.z. ve bi giranî di bin serweriya sumeran de bû.

Bi hatina Împeratoriya Akadî (2335–2154 b.z.) hemû semîtên akadî û sumeriyên Mezopotamyayê di bin yek desthilatdariyê de dibin yek.[7] Erridupizirê qralê Qraliyeta Gutîumê beriya zayînê di sala 2150an de bajêr hatiye bidestxistin.[8]

Di çavkaniyên edebî de yekem behsa Hewlêrê di arşîvên mîrektiya Eblayê hatiye nivîsandin. Wan du seferên xwe yên Hewlêrê (Irbilum) bi qasidekî ji Elbayê li dora 2300 BFC tomar dikin.

Di sala xwe yê duyem de mîrê Sumera Nû ya Ur, Amar-Sin, Urbilum li dora sala 1975 ê b.z. de talan dike.[9]

Di sedsalên piştî hilweşîna împeratoriya Ûr III de Hewlêr li herêma xwe dibe hêzeke serbixwe. Bajêr ji aliyê Şemsî-Adad I ve di dema Padîşahiya Mezopotamyaya Jorîn a kurtedem de hatiye zeftkirin û piştî hilweşîna bajêr Hewlêr dibe bajareke serbixwe.

Di vê serdemê de di dema Împeratoriya Asûriya Navîn de (1365-1050 b.z.) Hewlêr di bin kontrola Asûriyan de bû.

Med û bi wan re Sagartiyan diviyabû ku di sala 522 berî zayînê de li dijî Daryûsê I ê farisî serî hildin lê ev serhildan ji hêla artêşa ku Daryûs di bin serokatiya general Takmispada sala paşerojê de şandibû bi tundî hatiye şikandin. Ev bûyer di Nivîsara Behistûnê de ku îro li çiyayên parêzgeha Kermaşanê ya Rojhilata Kurdistanê radiweste hatiye nivîsandin. Her dem herêmeke vala di navbera her du împeratoriyên mezin ên bîzans û faris de ku dever li deştên 10 km li rojavayê Hewlêrê ye dibe şahidê şerê Gaugemela di navbera Îskenderê Mezin û Daryûsê III yê faris de ku di sala 331ê berî zayînê de diqewime. Daryûs III yê faris di vê şerê de têk diçe tenê dikare xwe bavêje Hewlêrê. Ji ber vê yekê hinek carinan ev şer bi xeletî wekî şerê Hewlêrê hatiye binavkirin.

Hewlêr di sedsala yekem a piştî zayînê de dibe navenda serweriya Padîşahiya Adiabene ku bi giranî li Bakurê Kurdistanê ya îro bû.

Serdema hesinî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm careke din dîsa dikeve bin desthilatdariya Împeratoriya Neo-Asûriyan (935–605 b.z.). Piştre bajêr gelek caran di nav de desthilatdariya persan, yewnanan, partan, roma û sasaniyan de dest diguherîne.

Di bin desthilatdariya medan de, dibe ku Cyaxares hejmarek mirovên ji eşîra kevnarê îranî ya sagartiyan li bajarên asûrî Arbela û Arrapha (Kerkûka nûjen) bi cih kiribe û dibe ku ev yek wekî xelateke ji bo alîkariya wan ê di girtina Nînewayê de be. Li gorî nivîskarên klasîk, împeratorê persan Cyrusê Mezin di sala 547 berî zayînê de Asûrî dagîr dike û ew wek dewleteke parastinê ya leşkerî ya axamenî (an satrapî) bi navê Aθûra (Athura) ya Persî ya Kevin ku bi paytextê Babîlê ava kiribû.[10]

Şerê Gaugamelayê ku tê de Îskenderê Makedonî Daryûs III yê Faris têk dibe di sala 331 b.z. de li gorî nexşeya cîhanê ya Urbano Montî bi qasî 100 kîlomêtre li rojavayê Hewlêrê pêk hatiye.[11] Piştî şer Daryûs bi awayeke rê dibîne direve bajêr. Piştre Arbela dibe beşek ji Împeratoriya Îskender. Piştî mirina Îskenderê Makedonî di sala 323 berî zayînê de Arbela (Hewlêr) dibe beşek ji Împeratoriya Selûkî ya Helenîstîk.

Hewlêr dibe beşek ji herêma ku di navbera Roma û Faris de di bin destê sasaniyan de nakok bû. Di serdema Partan de heya destpêka Sasaniyan, Hewlêr dibe paytexta dewleta Adiabeneyê (Asûrî Ḥadyab). Bajar û padîşahî di dîroka cihûyan de ji ber guheztina malbata padîşah ji bo cihûtiyê têne zanîn.[12]

Piştre nifûsa bajêr hêdî hêdî ji ola kevnar a Mezopotamya di navbera sedsalên yekem û çaran de vediguhezîne xiristiyaniyê ku Pkidha bi kevneşopî li dora 104 p.z. dibe yekemîn metranê bajêr. Dînê kevnar a Mezopotamya heta sedsala 10ê piştî zayînê bi tevahî li herêmê nemiriye.[13] Adiabene (parêzgeha dêrî ya rojhilatî ya suryaniyan) li Arbela (bi suryanî: ܐܪܒܝܠ Arbel) heya derengiya serdema navîn bûye navendeke xiristiyaniya rojhilatî ya suryaniyan.[14]

Dîmenek ji Keleha Hewlêrê ku bi caran rastê êrîşên dagirkirinan hatiye.

Ji ber ku gelek ji asûriyên ku bûne xiristiyanî navên încîlê (cihû jî di nav de) qebûl kirine, piraniya metranên pêşîn navên aramî yên rojhilatî an cihû/încîlî hebûn ku ev nayê wê wateyê ku gelek ji xirîstiyanên destpêkê yên vî bajarî ji cihûtiyê hatine. Di vê sedemê de bajêr dibe navenda metropolê ya dêra asûrî ya rojhilat. Di serdema xiristiyaniya bajêr gelek bav û kalên dêrê û nivîskarên navdar ên aramî derketine.

Piştî dagirkirina Persiya ku ji aliyê ereban ve hatiye dagirkirin parêzgeha Sasanî ya Naxwardaşîragan û paşê Garamig ud Nodardashiragan ku Hewlêr jî beşek ji vê parêzgehê bû hatiye wêran kirin û ji nîveka sedsala heftemîn a p.z. ve herêm ji aliyê tirk û ereban ve hatiye dagirkirin.[15]

Eşîra kurdan a herî bi nav û deng li herêmê eşîrê hezabaniyan bû ku ji dawiya sedsala 12an heta sedsala 12an ku bajêr ji aliyê zengiyan ve hatibû dagirkirin û parêzgariya wê ji begtegeniyên tirk re hatibû dayîn û çend kesan jî wekî waliyên bajêr bûn û di nav wan de kesê herî navdar Gökbörî bû ku di serdema eyûbiyan de bajar dagirkiribû.[16] Wekî din Yaqut el-Hemawî diyar dike ku Hewlêr di sedsala 13an de jî bi piranî kurd bû.

Dema ku Mongolan di sedsala 13an de rojhilata nêzîk dagir dikin di sala 1237an de yekem car êrîşî Hewlêrê dikin. Mongolan bajarokê jêrîn a Hewlêrê talan dikin lê neçar dimînin ku ji ber berxwedana leşkerên xilafetê ku nêzîk dibe paşde vekişin û dagirkirina kelehê paşde dixin.[17] Piştî ku di sala 1258an Bexda de dikeve destê Hülegü û Mongolan mîrê dawî ya begtegenî radestê destê Mongolan dike û îddîa dike ku garnîzona kurd ya li Hewlêrê bi heman awayî xwe radestî destê Mongolan dike lê ev yek ji aliyê kurdan ve tê redkirin ku tişteke wiha tineye. Bi îdîaya mîrê begtegenî mongol vegeriyan Hewlêrê û piştî dorpêçkirina şeş mehan paşnê dikarin ku keleha Hewlêrê dagir bikin.[18] Piştre Hulegû waliyê bajêr ê xiristiyanên suryanî tayîn kir û destûr hate dayîn ku dêra ortodoks a suryaniyan dêrê ava bike.

Her ku dem derbas dibe li seranserê Îlxanan di sala 1295an de di bin desthilatdariya Oïrat amir Nauruz de dest zilm li xiristiyan, cihû û budîstên tê kirin ku ev zilm bandorek mezin li suryaniyên xiristiyan ên xwemalî yên bajêr dike. Ev yek di destpêka serdema desthilatdariya Îlxan Gazan de destpêdike. Di sala 1297an de piştî ku Gazan bi têra xwe bi hêz dibe ku tê derdixe li hemberê Nauruz bi hêz bûye dest ji zilmê berdide.

Lê hêjmara suryaniyên bajêr heya rûxandina bajêr ji aliyê hêzên Tîmûr ve ku di sala 1397an Hewlêr tê rûxandin hêjmareke girîng ê suryaniyan li bajêr hebû.

Di Serdema Navîn de Hewlêr ji aliyê Emewiyan, Ebasiyan, Buweyhî, Selçûqiyan ve (1131–1232) ve hatiye birêvebirin. Hewlêr cihê jidayikbûna dîrokzan û nivîskarên kurd ên navdar n sedsalên 12e û 13an Ibn Xelîkan û Ibn el-Mustewfî ye. Piştî şerê çaldiranê di sala 1514an de, Hewlêr ji aliyê Mîrektiya Soran ve ji destê dagikerên derve hatiye rizgarkirin. Di sedsala 18an de Mîrektiya Babanan bajar ji Mîrektiya Soran distîne lê carek din dîsa di sala 1822an de bajêr ji aliyê mîrê soran Mîr Muhammed Kor ve hatiye vegerandin. Heya sala 1851an bajêr di bin desthilatdariya Mîrektiya Soran de dimîne ku careke din dîsa di sala 1851ê de ji aliyê osmaniyan ve hatiye dagirkirin. Hewlêr heya Şerê Cîhanê yê Yekem dibe beşek ji parêzgeha Mûsilê di bin dagirkirina Xanedaniya Osmanî de dimîne heya ku osmanî ji aliyê Împeratoriya Brîtanî ve tê şikandin.

Piştî serxwebûna Başûrê Kurdistanê herêm bi awayeke bilez pêşvediçe. Dîmenek ji Parka Şar û Hewlêra nû.

Hewlêr li deşteke li binê çiyayan hatiye hatiye avakirin ku rûniştevanên Başûrê Kurdistanê li jor di nav erda zirav û zinar de rûdinin ku ji mêj ve ji berê ve jîngeha kevneşopî ya kurdan e.[19]

Bajarê nûjen a Hewlêrê li ser deşteke hatiye avakirin ku Keleha Hewlêrê ya dîrokî ji aliyê bajarê nûjen ve hatiye dorpêç kiriye. Di Serdema Navîn de Hewlêr bûye navendeke bazirganiyê ya sereke ku li ser rêya di navbera Bexda û Mûsilê de bû. Bajêr îro li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê roleke giring wergirtiye ku ji bo herêmê bûye deriyê derve yê cîhanê.

Hewlêr ji ber şer û pevçûnên ku li Sûriyê derdikeve dibe malavaniya hejmareke zêde ya penaberan. Di sala 2020an de hat texmînkirin ku ji sala 2003an vir ve 450 hezar penaber li bajarê Hewlêrê bi cih bûne û tê payîn ku gelek ji wan li bajêr bimînin.[20]

Parlamentoya Herêma Kurdistana di sala 1970ê de piştî danûstandinên navbera hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mistefa Barzanî, li Hewlêrê hatiye damezrandin lê parlamento bi awayeke bi bandor ji aliyê Sedam Huseyn ve heya serhildana Kurdan a di dawiya Şerê Kendavê ya sala 1991ê de hatiye kontrolkirin. Di nîveka salên 1990î de dema ku şer di navbera her du aliyên sereke yên Kurdistanî, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de dest pê kir, parlamento bi awayekî bi bandor rawestiya. Bajar di sala 1996an de bi alîkariya hikûmeta Iraqê ya Seddam Husên ji aliyê PDKê ve hat kontrolkirin. Piştre YNKê li Silêmanî yê hikûmeteke alternatîv a Kurd ava dike.

Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê piştî ku di sala 1997an de di navbera partiyên Kurdistanî de peymana aştiyê hate îmzekirin, dîsa kom dibe lê belê tu hêzeke rasteqîn tunebû. Desthilatdariya kurdî li Hewlêrê tenê li beşên rojava û bakur ên herêma xweser hebû. Di dema şerê navxweyî ya Iraqê ya sala 2003an de baregeha hêzên taybet ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li derveyî Hewlêrê bû. Bajêr di 10ê nîsana sala 2003an de piştî rûxandina rejîma Baas dibe qada pîrozbahiyan.

Di dema şerê navxweyî ya Iraqê ya de ji aliyê komên aligîr ên Sedam Huseyn ve çend caran êrişên Hewlêrê hatiye kirin. Di sibata sala 2004an de êrîşên bombeyî yên paralel ên li dijî pîrozbahiyên cejna remezanê 117 kes jiyana xwe ji dest didin.[21] Êrîşeke xwekujî di gulana sala 2005an de pêk hatiye ku di êrîşê de 60 sîvîl têne kuştin û 150 kesên din jî li derveyî navendeke polîsan birîndar dibin.[21]

Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê yek ji firokexaneyên otobusê yên Iraqê ye û ew nêzîkî bajêr e. Xizmet di nav geştên rasterê de ji gelek firokeyên navxweyî re, wek balafirgeha navneteweyî ya Bexda. Gelek geştên navneteweyî yên ji Hewlêrê diçin gelek welatan hene; wek Holenda, Almanya, Erebistana Siûdî, Awistirya, Tirkiye, Urdun û gelek balafirên din li seranserê cîhanê. Ji balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê carinan geştên demsalî hene. Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bi kurtahî ji bo firokeyên bazirganî yên navneteweyî di 2017 de ji hêla hikûmeta Iraq ve wek bersiv ji bo dengdana serxwebûna kurd hati bû girtin lê di adar 2018 de dîsa hat vekirin.[22][23]

Forma din a girîng a veguhastinê di navbera Hewlêr û deverên derdorê de bi otobusê ye. Di nav hev de, karûbarên otobusê peywendiyên Tirkiye û Îranê peyda dikin. Termînalek nû ya otobusê di 2014 de hatiye vekirin.[24]

Piraniya veguhastina Kurdistanê bi Bacaniyên Herêmî re, yên ku ji hêla pargîdaniyên taybetî ve têne rêve kirin û di heman demê de ji hêla hikûmeta Kurdistanê ve têne rêve kirin.

Hewlêr xwedan pergalek e ku pênc rêyên ring dorpêçê bajêr dike.[25]

Hewlêr xwedî avhewa Medîn (Kategoriya avhewayê Köppen Csa), digel havînên dirêj, pir germ û mezelên nerm. Mehên havînê zehf zuwa ne, bi bahozê re di navbera hezîran û îlonê de çêdibe. Zivistan bi gelemperî şil û şil in, bi çileya paşîna meha wetile.


Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Hewlêrê
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) 12,4 14,2 18,1 24,0 31,5 38,1 42,0 41,9 37,9 30,7 21,2 14,4 Ø 27,2
Nimztirîn germahî (°C) 2,4 3,6 6,7 11,1 16,7 21,4 24,9 24,4 20,01 14,5 8,9 3,9 Ø 13,2
Germahî (°C) 7,4 8,9 12,4 17,5 24,1 29,7 33,4 33,1 29,0 22,6 15,0 9,1 Ø 20,2
Barîn (mm) 111 97 89 69 26 0 0 0 0 12 56 80 Σ 540
G
e
r
m
a
h
î
12,4
2,4
14,2
3,6
18,1
6,7
24,0
11,1
31,5
16,7
38,1
21,4
42,0
24,9
41,9
24,4
37,9
20,01
30,7
14,5
21,2
8,9
14,4
3,9
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
111
97
89
69
26
0
0
0
0
12
56
80
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Çavkanî: climate-data.org

Cûmalî ya Hewlêrê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Savdêriyên din

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Bazîdên Qaysarî yên Erdelanê, ku li binê deriyê bingehîn a jûreyê ye û li piraniya mal û amûrên malê tê standin.
  • Minareya Mudhafaria ya 36 metres (118 ft)* lingî 36 metres (118 ft)*, ku di Parka Minaret de li ser gelek bendav ji nav sînyalê ye, li dawiya sedsala 12-an û damezrandina parêzgeha Hewlêrê, di serdema Saladin de, Muzaffar Al-Din Abu Sa 'eed Al-Kawkaboori (Gökböri), ku ketibû bin şer di nav Selahedîn de bê şer û xwişka xwe zewicand. Ew bingehek oktagonal e ku bi du nîgarên nîskê hatiye xemilandin, ku ji balafirek bingehîn ve bi balgehek piçûk ve tê veqetandin, di heman demê de jî xemilandî. Minareke din a dîrokî ya bi kevirên xalîçandî yên turqî, li nêz e.
  • Parka Samî Ebdulrehman
  • Stadyuma Franso Heriri
  • Gundê Qalich Agha di binê erdê de Muzeya izationaristanî, 1 kilometre (0,62 mi) ji gûzê. Goreke di sala 1996 an de ji serdema Halaf, Ubeyd û Uruk de alav dît.
  • Muzeya Tekstîlê ya Kurdî

Tîmê mezin ê futbolê yê herêmî Klubek Futbolê ya Hewlêrê ye ku pêşbaziyên xwe yên fotbolê li Stada Franso Herîrî (navê navê siyasetmedarê asûrî kuştiye, parêzgarê berê yê bajarê Hewlêrê Franso Herîrî) ku li başûrê rojhilata navendî ya Hewlêrê ye, tê lîstin. Tîmê Futbolê ya Hewlêrê 3 lîga neteweya Iraqiraqê qezenc dike û 2 caran digihîje Fînala AFC lê herdu jî winda dike.

Ji ber ewlehiya xwe û cihê yekta temaşevanên ku dixwazin serdana Iraqê bikin yekem serdana Hewlêrê dikin, salê zêdetirî çend sed hezar ziyaretvan serdana Hewlêrê dikin û ji wir jî serdana bajar û bajarokên derdorê dikin. Tûrîzm ji bo bajêr ku xwedan sazî û navendên nû û navend û otêlên li derdora bajêr ne çavkaniyek baş a dahatê ye ku mêvanên xwe pêşwazî dike û wan bi cî tîne. Gundî bi gelemperî van cihan ji ber ku ew li gorî adet û zagonên herêmî û Islamicslamî baş tevnehev dibe. Ziyaretvanên ji bajarên din ên Iraqê bi nêrîna azadîxwaz û nûjen her dem van cihên nû jî dubare dikin.

Hawler ji bo şêwaza Hairan a kurdî bi gelek stranbêjên ku demeke dirêj xizmeta başkirina forma hunerê li herêmê dikin pir baş tête zanîn û ji we re mîrateyek dirêj derxist ku ji gelek stranbêjên navdar ên mîna sê birayên Osman, Khdr û Hassan Hairan re gelek dewlemend e, hişt. formên din ên hunerê nûjen li wê deverê helbestek Rap, Breakdance û Slam derketiye holê.

Formên hunerî yên din ên mîna stranbêjiya kevneşopî di derdorên piçûk de li Hewlêrê pir navdar in, stranbêjên wekî Karwan Khabati, Awat Bokani, Farman Belana û Khdr Begalasi ku navên berbiçav in û heftê 3-5 caran li ser bûyerên taybet û giştî perform dikin, van stranbêjên folklorî dikin. heta naha 10,000 $ li Hewlêrê rûniştinek çêdibe ku li bajarên din jî ew dikarin $ 1000 bidin, ji ber vê yekê, ew alikî hewl didin ku xwe li Hewlêrê navekê bikin.

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 12 kanûna pêşîn 2016 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2016{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ Danilovich, Alex (10 çiriya pêşîn 2018). Federalism, Secession, and International Recognition Regime: Iraqi Kurdistan (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-0-429-82765-5.
  3. ^ Cook, Elisabeth (2001). Beaumesnil, Henriette Adélaïde Villard de. Oxford Music Online. Oxford University Press.
  4. ^ Hamblin, William James (2010). Warfare in the ancient Near East to 1600 BC: holy warriors at the dawn of history. Warfare and history (Çapa Repr). London: Routledge. ISBN 978-0-415-25589-9.
  5. ^ "Keleha Hewlêrê". whc.unesco.org. Roja gihiştinê 25 tebax 2024.
  6. ^ a b Khan, Geoffrey (1999). A grammar of neo-Aramaic: the dialect of the Jews of Arbel, Part 1, Volume 47. BRILL. r. 2. ISBN 978-90-04-11510-1.
  7. ^ "Members -" (bi îngilîziya brîtanî). 9 gulan 2024. Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
  8. ^ "Timeline". web.archive.org. 14 tebax 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 tebax 2014. Roja gihiştinê 27 tebax 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ Warfare in the Ancient Near East to 1600 BC: Holy Warriors at the Dawn of History (bi îngilîzî). Routledge. 2006. ISBN 978-0-415-25588-2.
  10. ^ Yāršātir, Iḥsān, edîtor (2006). The Cambridge history of Iran. 1: Vol. 3, The Seleucid, Parthian and Sasanian periods / ed. by Ehsan Yarshater (Çapa 4. printing). Cambridge: Cambridge Univ. Pr. ISBN 978-0-521-20092-9.
  11. ^ "Composite: Tavola 1-60. (Map of the World) (Re-projected in Plate Carree or Geographic, Marinus of Tyre, Ptolemy) - David Rumsey Historical Map Collection". www.davidrumsey.com. Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
  12. ^ Brook, Kevin Alan (2018). The Jews of Khazaria. Rowman & Littlefield. ISBN 978-1-5381-0343-2.
  13. ^ "The Chronicle of Arbela (1907) Translation (partial) pp.76-..." www.tertullian.org. Roja gihiştinê 27 tebax 2024.
  14. ^ Iran (bi îngilîzî). The Institute. 1981.
  15. ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 tebax 2024.
  16. ^ Nováček, Karel; Amin, Narmin Ali Muhammad; Melčák, Miroslav (2013). "A Medieval City Within Assyrian Walls: The Continuity of the Town of Arbīl in Northern Mesopotamia". IRAQ (bi îngilîzî). 75: 1–42. doi:10.1017/S0021088900000401. ISSN 0021-0889.
  17. ^ Woods, James H.; Winger, Gail (1977). SCHEDULES OF ETHANOL REINFORCEMENT. Elsevier. r. 86. ISBN 978-0-08-021308-8.
  18. ^ Heron-Allen, E. (2001). Nováček, Ottokar. Oxford Music Online. Oxford University Press.
  19. ^ "Kurdistan - a Nation Emerges - Jonathan Fryer: 9781906768188 - AbeBooks". www.abebooks.co.uk (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 28 tebax 2024.
  20. ^ "Interview with Nihad Salim Qoja: "Iranian hegemony in Iraq is very strong" | Qantara.de". qantara.de (bi îngilîzî). 6 kanûna paşîn 2020. Roja gihiştinê 28 tebax 2024.
  21. ^ a b "Twin Bombings Kill 56 in Irbil". Arab News (bi îngilîzî). 2 sibat 2004. Roja gihiştinê 28 tebax 2024.
  22. ^ Blockade by Iraq (29 îlon 2017). "Iraqi govt enforces international flight ban in Kurdistan region". France 24.
  23. ^ International Flight Return. "Erbil International Airport". erbilairport.com.
  24. ^ "Erbil's New Bus Terminal a Boon for Travelers". Rudaw (bi îngilîzî). 4 nîsan 2019. Roja gihiştinê 19 adar 2019.
  25. ^ "Erbil's 5th ring road completed - the 120 Meter highway". Rudaw (bi îngilîzî). 2 gulan 2017. Roja gihiştinê 19 adar 2019.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]