Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
mehrûm mehrûmtir herî mehrûm
mehrûmtirîn

mehrûm

  1. bêpar, bêbehr, bêpişk, mihûz, nedar,
    kesa/ê ku bi temamî bêyî tiştekî maye,
    kesa/ê ku tiştek jê hatiye standin
  2. jar, reben, riswa, feqîr, xizan, perîşan, şerpeze, belingaz, rezîl, mehtirûm

Bide ber

biguhêre

Ji wêjeyê

biguhêre

Ez mame di hikmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm
Kurmanc ne pir di bêkemal in
Ema yetîm û bêmecal in
Fîlcumle ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bêxudan in

(Ehmedê Xanî: Mem û Zîn, 1695)

Etîmolojî

biguhêre

Ji erebî محروم

Bikaranîn

biguhêre