Here naverokê

Tîsa

Tîsa
Fıstıközü
Tîsa li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Tîsa
Tîsa
Koordînat: 37°11′31″Bk 37°54′16″Rh / 37.19194°Bk 37.90444°Rh / 37.19194; 37.90444
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehRiha
NavçeXelfetî
Bilindahî
510 m (1670 ft)
Nifûs
 (2012)
650[1]
Koda postayê
63950
Koda telefonê0414
Map
biguhêreBelge

Tîsa (bi tirkî: Fıstıközü), gundekî Xelfetîyê (di parêzgeha Rihayê) ye.

Li gorî gotinên mezinên gund navê Tîsa xwediyê dîrokeke taybet e.

Tîsa, bi eslê xwe gotineke Romanî û slovakî ye. Di heman demê de Tîsa, navê cemeke Balqanê ye. Behra Tîsa di ciyayên hundirê sînorên Romanyayê de cêdibe û ji wir diherike Ûkranyayê... û rêya xwe ber bi Macerîstanê berdewam dike. Ji wir jî derbasê Slovakya û li bajarê Voyvodîna (li Sirbistan) û diherike nav behra Tuna.

Di dema Împaratoriya Osmaniyan de gelek eşîrên tirkmen (wek yên li Misûl û Kerkûkê) li Balqanê hatine bicihkirin da ku wan deran bixin bin bandora misilmanan.

Tirkmenên Misûl û Kerkûkê li Romanyayê li nêza cemê Tîsa xwe bicihkirine. Lê pistî demekê ji wir koc kirine da ku vegerin warên Osmanî, lewra vî gundî damezirandine û navê Tîsa lê kirine.

Zareta Karababa

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di sala 2008an de Zareta Karababa nêzî gundê Tishê (Xelfetî)

Zareta Karababa nêzî gundê Tishê ye. Li ser qoteke bi tene kî zane desthilatdariya cend sed salan kiriye. Zareta Karababa, ji dûr ve bi tene were xuyane ji, bêgûman gel wi qet bi tenê nehistiye u dem bi dem cuye zarete. Ji bo ku meriv biguheje we dere imkanen cuda hene. Meriv kare di rojen buhare de bi mese here ceme. Dema ku demsal havin be u roj germ bin gihistinq bi traktore bi merivan re hesan te. Le beguman reya heri xwes ajotina erebeya bergiran e, ji ber ku bi vi awayi gihiatina we dere ji dibe macera.

Gelek sedemen ku Zareta Karababa cima dereki taybet e, hene. Car ji ew sedeman wiha ne:

  • Zareta Karababa li ser qoteke bi tene peyda ye u derdora we bi kevir u kortan e, u li derdore de weki din tu tist peyda ninin. Ev yek taybet e ji ber ku, wexte meriv tirban tine pes caven xwe, gor u goristan bi tirbeke tene xuya nabin. Gunde heri nez ji ye Tishe ye, u ew gund nezi 2 kilometran ji zarete dur disekine.
  • Dema ku meriv ji dur ve (mesela ji gunde Karamezre) nerinek li Zareta Karababa dike, dareka mezin (se daren pelutan) te xuyane. Le daren pelutan bi gelemperi di ve hereme de ninin, u heger hebin ji, bi kom xuya dibin. Li ber koka ew se daran tirbeke betal heye. Meriv bi hesani kare tekeve hundire tirbe.
  • Ji aliye gele Tishe bi nave "Zareta Karababa" binavudeng e. Dibe ku ew gora diroki li ser nave miroveke nas hatiye cekirin, le nave "Karababa" (Bave Res" te ci manaye naye zanin. Hundira gore ji quardateki pek te, le balkes e ku tirben diroki (heta 2 hezar salab bere) bi gelemperi di hundire tehtan dihatin cekirin. Le ew tirb kicax, ji boy ke u ji aliye ke ve hatiye cekirin naye zanin.
  • Li hemberi rastiye ku ola Islame daren dileke nas nake, ew daren ku li we dere sere xwe bilind dikin weke daren piroz tene nasin. U ji ber ve yeke mirov dicin zarete da ku dua bikin u dileken xwe bigirin. Le li gori diroknasan canda daren piroz digiheje dema beri jidayikbuna Isa. Di we deme olen xwezayi hukum dikirin u meriv xweza u bi taybeti daran piroz didit.

Nehêniya Zareta Karababa qet nehatibe vekirin ji zaret bi daren xwe yen kevn u bi gora xwe ya eceb we hertim bala meriv bikisine. Gerez meriv li Dereki ewqas bi sirr xwedi derkeve weke ciheki diroki u sosyojeografik bipareze.

Li gundê Tishê golek heye û bi keskawiya dora xwe li herêmê gelek binavûdeng e. Ava ku ji zinar ve derdikeve dibe zê, gundiyan li cihê ku zê diherike, dîwarek avakirine da ku av xwe kom bike. Gol bi vî awayî hatiye afirandin û mezinkirin.

Gola Tishê ji boy cotkariyê gelek girîng e, ji ber ku cotkar ji boy rezên xwe tenê vê avê bikartînin. Ji ber vê yekê jî, rezên Tishê li der û dora golê hatine candin.