Here naverokê

Gogana Jorîn

Gogana Jorîn
Yukarı Göklü
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha
Navçe Xelfetî
Binebeş
Şaredar Bazo Yılmaz (DTP)
Demografî
Gelhe (2009) 5.951[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 37°20′17″Bk 37°59′25″Rh / 37.33806°Bk 37.99028°Rh / 37.33806; 37.99028
Bilindayî 600 m
Koda postayê 63950
Koda telefonê (+90) 414
Gogana Jorîn li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Gogana Jorîn
Gogana Jorîn
Gogana Jorîn (Tirkiye)

Gogana Jorîn yan jî Gogana Mezin (1928: بویوك كوكلی[2] (Buyuk Kuklî), bi tirkî: Yukari Göklü) yek ji bajarokên Xelfêtiyê ye. Saredarê bajarokê Bazo Yilmaz e.

Gogana Jorîn a ku di navceya Xelfêtiyê radiweste û girêdayê parêzgeha Rihayê ye, ji Dîlokê re nêztir e. Dûrayiya xwe ji Xelfetiyê 30 km 30 km, ji Bêrecûgê 45 km, ji Rihayê 130 km û ji Dîlokê 100 km ye. Nifûsa Gogana Jorîn ji ya bajarê Xelfetiyê meztir e û lewmane xwediyê nifusa herî mezin a navcê ye. 32 gund û mezra lê girêdayê ne. Ji ber vê yekê aboriya bajarokê li herêmê xort ê.

Wekî din Rezên mezin ên bajarokê hene û bi giranî darên fisdiqê tê de candî ne.

Cîranên bajarokê ev in:

Mozaîka Gogana Jorîn a ji sedsala 5an

Mozaîka Gogana Jorîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mozaîka Gogana Jorîn di sala 2013an de li taxa Gogana Jorîn ya Xelfetiyê hat dîtin.[3] Berhema dîrokî ji sedsala 5an digihêje roja me û îro li Muzeya Mozaîkê ya Haleplibahçeyê tê pêşandan. Mozaîk a ku di sedsala 5an de hatiye amadekirin di sala 2013an de li Gogana Jorîn a navçeya Xelfetiyê hat dîtin, niha li Muzeya Rihayê tê pêşandan.

Berhema dîrokî ji panelek çargoşe pêk tê û ji kevirên pirreng hatî çêkirin, ku dîroka wê vedigere sedsalên 5-6-an PZ. Di berhemê de şaxên tirî yên kevî hene û cureyên curbecur ên çûkan hatine teswîrkirin. Hin ji çûkan nikilên xwe ber bi çivîkên tirî ve dirêj dikin, hinên din jî dimeşin. Di navenda panelê de tawusekî ber bi rastê ve hatiye xêzkirin û beşa pêşiyê ya laşê wî hatiye rûxandin.

Li derveyî panela sereke, kemberek bi lotus (nîlufer) heye, li dûv jî sînorek geometrîkî ya nexşekirî heye. Li ser sînorê wê yê herî derve, rêzek çargoşe û sêgoşeyên daleqandî bi xetan bi hev ve girêdayî ne. Li serê vî sînorî, li ser paneleke çargoşe nivîseke yewnanî ya bi tîpên reş heye. Di nivîsê de tê gotin ku mozaîk “Di sala 483an de ji bo bîranîna hevjînê St. Euphemia hatiye çêkirin.

Di îkonografiya Xirîstiyanan de şax û tirî xwedî cihekî girîng in. Çiqilên rez ên ku ji kantharosê (vazê) derdikevin, Îsa û bawermendên wî sembolîze dikin, û tirî şeraba şîva dawîn nîşan dide.

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navên saredarê yên berê wihanî ne:

  • Tecel Milk
  • Tac Miro
  • Gogan

Gundê berê yê bi navê Tecel Milk (ku tê maneya "erda berdar") îro di mehellê Tepê radiweste û weke bogireke/gireke hatiye avakirine, lê naye zanîn kîcax hatiye avakirin.

Nava Tac Miro bi Kurdî ye û tê maneya taca ketî/mirî. Tê gotin ku ev nav qasta erda ku bêber bûye dike. Weke destpêka dema hişkayî tê bibîranîn. Ewan agahî ji aliyê Gulê Sêxê sed salî di sala 1960an de hatine gotin.

Dema ku di Anatolyê de koçên mezin destpê dikin, esîrê Gogan di vê herêmê de xwe cih dike û navê herême vediguherîne Goganê.

Navê gund ji aliyê dewleta Tirk ve tê guhertin û dibe Göklü. Ji ber ku du gundên bi navê Gogan hene, yek ji wan dibe Yukari Göklü û yê din jî dibe Asagi Göklü.

  1. ^ tuik, 2009
  2. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  3. ^ Bozoğlu, Begüm (12 sibat 2024). "Şanlıurfa'da Bulunan Yukarı Göklü Köyü Mozaiği". Arkeofili (bi tirkî). Roja gihiştinê 1 gulan 2024.