Here naverokê

Alfabeya tirkî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Alfabeya tirkî elîfbêyeke latînî ye ku zimanî turkî pê tê nivîsîn. Ev elîfbê ji 29 tîpan pêk tê.

Elîfbêya tirkî ya latînî di 1 çiriya paşîn a 1928an bi qanûna 1353ê hat pejirandin. Li gorî vê qanûnê 29 tîp di elifibêya tirkÎ de hene. Li jêrê şêweyên gire û hûrde yên elifbêyê hatine diyarkirin. Li gel wê ji bo xwendina dengdêrên “a, u, ı” zirav yên ku ji zimanên biyanî hatine jî, hinek nîşan hatine bikaranîn û ji bo nîşandayîna dengê dirêj jî )dihin rewşan de) (^) tê bikaranîn. Ji bo "O"yê ti nîşan nehat bikaranîn.

A B C Ç D E F G Ğ H İ I J K L M N O Ö P R S Ş T U Ü V Y Z
a b c ç d e f g ğ h i ı j k l m n o ö p r s ş t u ü v y z

Tîpên û dengên elifbêya tirkî li gorî IPA û elfibêya kurdî:

Pît IPA Beramberî kurdî
Pît IPA Beramberî kurdî
A a /a/ a M m /m/ m
B b /b/ b N n /n/ n
C c /dʒ/ c O o /o/ nêzîk o
Ç ç /tʃ/ ç Ö ö /ø/ wê (wekû kr)
D d /d/ d P p /p/ p
E e /e/, /æ/ e u nizîk ê R r /ɾ/ r
F f /f/ f S s /s/ s
G g /ɡ/, /ɟ/ g Ş ş /ʃ/ ş
Ğ ğ /ɰ/ T t /t/ t
H h /h/ h U u /u/ u
I ı /ɯ/ i Ü ü /y/ wî (wekû dr)
İ i /i/ î V v /v/ v
J j /ʒ/ j Y y /j/ y
K k /k/, /c/ k Z z /z/ z
L l /ɫ/, /l/ l

Ji van 29 tîpan, 8 heb (A, E, I, İ, O, Ö, U, Ü) dengdêr û 21 jî dengdar in.

Kumik ev nîşan (^) e, ku di zimanê tirkî de carinan li ser tîpên “a, u, i” tê danîn ji bo dengên zirav yan jî yên dirêjiya dengî destnîşan bikin û ew jî di peyvên biyanî de ne. Lê hin çavkanî dibêjin êdî kumik rabûye û di zimanê niha de nemaye lê hinek jî dibêjin hîn heye.