Here naverokê

Refî Cevat Ulunay

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rojnamevan Refi Cevat Ulunay, di 1890’î de li Şamê ji dayik bû. Di 1909’an de salên ku Lîseya Galatasaray a Rojnamevanan qedand dest bi rojnamevantiyê kir; li Tanin û İkdamê xebitî. Di sala 1912an de li Stembolê rojnameya Alemdar derxist. Di salên 1914-1918’an de ji ber sedemên siyasî li Sînop, Çorum û Konya’yê sûrgûn jiya. Di vegera xwe de cardin dest bi derxistına Rojnameya “Alemdar” kir. Di vê rojnameyê de li dijî Şerê Rizgariyê yê Tirkiyê rawestiya.

Di sala 1922’an de, kete "Lîsteya sedûpênciyan" de û sûrgûnî dervehî welêt hate kirin; di 1938’an de dema effû derket vegeriya. Pêşî di ‘Yeni Sabah’, piştî 1953’an jî di rojnameya Milliyet’ê de nivîskariya pêkenokan kir.

Di nivîsên xwe yên ‘Tama Gotûbêjê’ de, nasnameyeke nivîskariyê ya kevneşop nîşan dide û di van nivîsên xwe de, bi taybetî li dijî hewildanên lêkolîna ziman derdikeve.

Refî Cevat Ulunay, di 4’ê mijdarê 1968’an de li Stenbolê mir ; li gorî wesiyeta wî, li Konyayê, li hemberî Tirba Mevlana, di Goristana Sisiyan de hate veşartin.

Ulunay, bi giranî rexneyên şanoyê dinivîsand.

Berhemên Wî :

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Roman
  • Ardında Köle (1945)
  • Enkaz Arasında(1945)
  • Sayılı Fırtınalar (1958)
  • Dağlar Kıralı (1963)
Pirtûk
  • İhtişam Diyarı Hindistan (1962)