Here naverokê

şeq

Ji Wîkîferheng
[biguhêre]

şeq

  1. navran, navbera herdu lingan
  2. navbera her tiştê ku li derekê yek parçe lê li wek din cihek vala dikeve navbera wan
    Pêlava min şeq bûye. (Derek wê dirriyaye.)
  3. ker, parçe
  4. alî, hêl, rex, mil, teref

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • Muhbetê hingavt û şeq bû ew qelem
    Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji proto-hindûewropî *sek- (birîn, ker kirin, şeq kirin, jê kirin - anku "şkeft" beşeke şeqkirî ya çiyayî ye), hevrehên kurmancî şkestin û şkandin, soranî eşkewt(eşkewt) (şkeft), şkan(şkan) (şkestin) û şkandn(şkandin), zazakî eşkewt, farisî şkft(şikeft) û şkaftn(şikaften, şeq kirin, ker kirin), latînî secare (birîn), slaviya kevn сѣщи (sêşti, jê kirin, şeq kirin), îngilîzî saw (birrek, mişar)...

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

şeq

  1. (lêdana bi kefa destî) Binêre: şimaq