Azraîl
Xuyakirin
![](http://178.128.105.246/content-http-upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/0/02/Evelyn_De_Morgan_-_Angel_of_Death.jpg/220px-Evelyn_De_Morgan_-_Angel_of_Death.jpg)
Azraîl an Rihsîn (Rihstîn) yek ji çar melekên mezin e. Di gora ola Îslam ê Azraîl di hêla Xwedê da bi kuştina mirovan hatiye wezîfe kirin. Lêbelê navê vî meleka mezin di Quran ê da û di hadîsên Muhemmed Pêxamber da ne Azraîl e. Ji wî ra "Melekûl mewt" yanê "Meleka mirinê" tê gotin. Di Quran ê da ji bona Azraîl aha tê gotin: "Ew melekê mirinê, ku yê ji bona we hatîye wezîfe kirin, gerê canê we bigire û dûra jî hûn li ba Xwedê yê xwe da bêne zivirandinê." (Sûreya Secde: 32/11)
Ji bona girtina rihê her mirovekî melekek heye û Azraîl jî serokê van melekan e.
Di Quran ê da aha derbaz dibe: " Paşê danê mirina yekî ji we hatî be saiyên me canê wî digirin û ewna di wezîfa xwe da qet tu kêmasiyekî nakin."
(Sûreya El-En'am: 6/61)
![](http://178.128.105.246/content-http-upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/4/4a/Commons-logo.svg/30px-Commons-logo.svg.png)
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Azraîl de hene.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |