Kendava Farsê
![](http://178.128.105.246/content-http-upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/7/7e/Base_map_of_Persian_Gulf-ku.svg/220px-Base_map_of_Persian_Gulf-ku.svg.png)
Kendava Farsê (bi farisî خَلیجِ فارس, Xelîce Farsî; bi înglîzî Persian Gulf) dirêjbûneka Deryaya Omanê ye û dikevit navbera Nîvgirava Erebistanê û Îranê. Rûberê wê 233.000 kîlometreyên çargoşe ne. Ji aliyê rojhilatê bi rêya Tengava Hurmiz digehit deryaya Omanê û Okyanûsa Hindî. Li aliyê rojava digehit dêlta ya rûbarê Ervendrod anko Ervendrûd ko ji bihevgehiştina rûbarên Dîcle, Firat û Karûn pêk dihêt.
Tevaya beravên bakurî ya Kendava Farsê welatê Îranê ye. Welatên Îraq, Kuweyt, Behreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Oman û Erebistana Siûdî hevsiyên Kendavê ne.
Cihnasî (erdnîgarî)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji nîv milyon salan berî niha û vir da ev kendav li ser baniya Îranê peyda bûye. Ev kendav di pêşda ji niha mezintir bû lê ji ber guhartinên erdzanistî gehaye rewşa niha ya xwe.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |