Here naverokê

Parlamen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Parlamen (parlêman, parlement, perleman) damezriyayiyeke qanûndananê ye ko nemaze li wan welatan dihêt dîtin ko li ser şopa Dozena Westmînîsterê li Keyaniya Yekbûyî diçin.

Peyva parlamenê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Parlamen ji peyva fransî parlement hatiye ko ramana wê "axivtin" anko "danûstandin" e. Bi vî awayî parlamen cihê danûstandina li ser babet û mijaran e. ji ber vê jî di zimanê kurdî de peyvên "civaka niştîmanî" an "civaka qanûndananê" an "encumena niştîmanî" ji bo parlamenê dihên bikaranîn.

Erkê parlamenê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têgeh û çemka hebûna parlamenê ji hizir anko baweriya bi jihevvavartina sê desthilatan hatiye holê. Li goreyê vê nihêrînê dibê sê desthilatên serekî yên Desthilata Dadwerî, Desthilata Qanûndananê û Desthilata Bicihkirinê di destê çi aliyekê bi tenê da nehên komkirin.

Di pergala parlamenî ya hikûmetê da, parlamen desthilata bicihkirinê hildibijêrit û çavdêriya karên wê jî dikit. Di Pergala Serkomarî ya hikûmetê da parlamen jî wekî desthilata qanûndananê hevsenga desthilata bicihker e û bi awayekê xweser xwediya desthilata xwe ye.

Di pergalên parlamenî da parlamen dikarit desthilata bicihkirinê dabimezirînit û hilbiweşînit û hukmet jî dikarit daxwaza zûtir hilweşandina parlamenê bikit.

Li piraniya welatan parlamen ji du hola an çamberan pêkdihên. Lê parlamen yek holî jî hene. Bi giştî holên nizimtir holên destpşkanî jibo danana qanûnan in û holên jortir ji bo lênihêrîna wan an pejirandin û nepejirandina layîhe yên hikûmetê ne.