Here naverokê

Şêx Hesenan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Şêx Hesen (cudakirin) binêre.

Şêxhesenan navekî eşîrî yê li Kurdistanê ye. Bi vî navî li gelekî herêmên Kurdistanê eşîr û ezbet hene.

Şêxhesenên Serhedê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêxhesenî yek ji êşîrên êla heyderan e[1]. Komên weke şengelî û êlkî (êliyan) li ser şêxheseniyan ten hesibandin. Ew û şêxhesenan niha li Qersê, Bedlîsê, Wanê, Agirîyê û İdirê rastê meriv tên. Zaravayê wan kurmancî ye û ev misilmanên sûnî ne[2]. Belû ye ev eşir di dewrên berê de li serhedê konfederasyonek an jî saziyek vê avayê bû ye. Lowma ku hîn jî gelek êşîrên di nav konfederasyonên tarîxî de bûne xwe digêhînin şêxheseniyan.

Şêxhesenên Dêrsimê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şêxhesenî yek ji sê êlên mezin ên talî yên Dêrsimê ye. Ew li rojhilata Dêrsimê, li Pulurê, Melkişê û Xozatê dimînin. Taybetmendiya şêxheseniyên Dêrsimê mezhebê wan û şiî/elewîtî ye. Hin komên wan kirmanckî hinekê din jî kurmancî diaxivin.

Gorê Nûrî Dêrsimî ew navê xwe ji mîrekî kurd ê ji xanedana mîrên Çemîşgezekê Mîr Şex Hesen girtîyê. Tê gotin ku çar hev kurên Mîr Şêx Hesen hebûne, ev bûnê bavkalê êşîrên Şêxhesenan: Ebas, Ferhad, Qerebal, Qirgan. Eşîrên/Qebîlên Şêxhesenan li Dêrsimê ev in: Ebasan (eşîra Seyîd Riza), Ferhadan, Qerebelan û Qirxan.

Li Sêwas û Gumuşxaneyê eşîreke akincî bi vî navî heye. Tê gotik ku ev ji Dêrsimê çûne warê xwe yê niha.

  1. ^ Bozkurt, Ibrahim (2021). Aşiret Tarihi [Tarîxa Eşîran]. Nûbihar. r. 525.
  2. ^ "AŞİRETLER VE BOYLAR : HEYDERİ, HAYDARAN, HEYDERAN AŞİRETİ". AŞİRETLER VE BOYLAR. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2024.