axiftin
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+) | |
axaftin / axivtin / axiftin / axivîn |
Bilêvkirin
[biguhêre]Lêker
[biguhêre]axiftin (lêkera negerguhêz) | ||
---|---|---|
Rehê dema niha: | ||
RP. Niha | ||
ez | diaxivim | |
tu | diaxivî | |
ew | diaxive | |
em, hûn, ew | diaxivin | |
Fermanî | Yekjimar | biaxive |
Pirjimar | biaxivin | |
Rehê dema borî: | ||
RP. Boriya sade | ||
ez | axiftim | |
tu | axiftî | |
ew | axift | |
em, hûn, ew | axiftin | |
Formên din: Tewandin:axiftin |
axiftin lêkera xwerû
- Peyivîn, gep kirin, xeber dan, qise kirin, suhbet kirin, çêr kirin, şor kirin, ştexilîn,
peyam bi alîkariya zimanî ragihandin, deng kirin, mijûl bûn, qal kirin, qezî kirin, galegal kirin, kelimîn.- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Herwiha
[biguhêre]Tewîn
[biguhêre]- -axiv-
Têkildar
[biguhêre]Bikaranîn
[biguhêre]- Gelek caran bi xeletî peyva "axaftin" (rehê dema niha "-axêv-") li cihê "axiftin / axivîn" (rehê dema niha "-axiv-") tê bikaranîn. Lê di rastiyê de "axiftin" bi xwe "qise kirin, xeber dan, suhbet kirin" e. Herçi "axaftin" e, ew hevwateya "axivandin"ê ye (wek ku guhartin ne guherîn e lê guherandin e). "Axaftin" tê maneya #dan axiftin, axivandina kesekî din, hewldan bo ku kesek din biaxive", bi taybetî pirsîn daku kesek din bersivê bide: "Divê dêbab zarokên xwe biaxÊvin daku zarok hîn bibin biaxIvin."
- Rastnivîsîn: Hin caran di nivîsan de forma "axivtin" li cihê "axiftin" tê dîtin ji ber ku rehê dema niha "-axiv-" e anku bi V ye, ne bi F ye. Lê di kurdî û piraniya zimanan de, gava ku T tê pey V, V dibe F: heft (lê hevde), ke(f)tin (lê "dikeve"), şkeft (ne *şkevt), mizgeft (ne *mizgevt). Bi heman awayî îngilîzî "leave > left", ne *levt. Dengên din jî yên bilerz li berî T dibin bêlerz: "dilîzim > lîstin, nekuje > kuştin"... Loma forma rast "axiftin" e, ne *axivtin.
- Berbelavî: Peyva "axiftin" û formên wê yên wek "axivîn" û "axaftin" van salan bi rêya medyayê ketine ser devê gelek kurmancan û heta wek "axawtin" derbasî soranî jî bûye. Lê bi xwemalî ew peyveka kurmanciya rojhilatî ye (Behdînan, Hekariyan û derdorên wan), li deverên din nedihat bikaranîn yan nemabû. Li cihê wê "qise kirin, xeber dan, şor kirin" yên ji erebî li gel "kirin / dan" ya kurdî li gelek deveran serdest e/bû.
Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Têkilî axaftin, rehê dema niha -axiv-, bi metatezê ji *a-vaxtin, rehê dema niha *a-vêj-, têkilî kurmancî -bêj- (rehê dema niha ji lêkera gotin) û bêje (kelîme), soranî û kurdiya başûrî -wêj- (rehê dema niha ji wutin = gotin) û وشه (wişe, “peyv, kelîme, bêje”), zazakî -vac- (rehê dema, niha ji vatene = gotin), farisî آواز (a-vaz > kurdî awaz) û واژه (vajê, “peyv, kelîme”), sanskrîtî वाच् (vā́c), avestayî vaxş, ûxte (gotin) latînî vōx (deng), îngilîzî voice (deng)... hemû ji proto-hindûewropî *wekʷ- (axiftin) ئاخاوتن (axawtin) ya soranî bi xwemalî bi ramana axiftin nîne lê bo perwerdekirina hespan bi kar tê.
Werger
[biguhêre]- Afrîkansî: praat → af, gesels
- Albanî: flas → sq
- Almanî: sprechen → de, reden → de, Anrede → de m
- Astûrî: falar → ast
- Bambarayî: fɔ
- Baskî: hitz egin, mintzatu
- Bretonî: komz → br
- Çînî: 说 → zh 说话 → zh (shuō huà) 说语 → zh (shuō yǔ)
- Danmarkî: snakke, tale → da
- Erebî: تكلّم → ar
- Esperantoyî: paroli → eo
- Farisî: تکلم کردن, گفتن → fa, صحبت کردن → fa
- Ferî: tala → fo, tosa
- Fînî: puhua → fi
- Fransî: parler → fr
- Frîsî: prate → fy, sprekke
- Gaelîka skotî: bruidhinn, labhair
- Galîsî: falar → gl
- Holendî: spreken → nl, praten → nl
- Îbranî: דּבר → he
- Îdoyî: parolar → io
- Îngilîziya kevn: acweþan, cweþan, specan, sprecan
- Îngilîzî: deal with → en, speak → en, talk → en, ?chat → en, ?colloquy → en, ?confab → en, ?confabulate → en, ?confabulating → en, ?conversazione → en, ?conversing → en, ?interlocution → en, ?knapping → en, smu, ?spiel → en, ?talking → en, ?declamation → en, ?discoursing → en, ?dissertate → en, ?dissertating → en, ?gab → en, ?prelect → en, ?prelection → en, ?rapping → en, ?smut, ?take the floor → en, ?utter erance, ?verbalize → en, ?verbalizing → en, ?yabber → en
- Înuîtî: ᐅᖃᖅ- (uqaq-)
- Îtalî: parlare → it
- Îzlendî: spjalla → is, tala → is
- Japonî: 話す → ja
- Katalanî: parlar → ca
- Koreyî: 말하다 → ko (malhada)
- Latînî: loquere, loqui, orare → la
- Malezî: bicara
- Mecarî: beszél → hu
- Norwecî: prate → no, snake, tale → no
- Oksîtanî: parlar → oc
- Polonî: mówić → pl
- Portugalî: falar → pt
- Romanyayî: vorbi → ro, discuta → ro
- Rusî: говорить → ru (govoritʹ), поговорить → ru (pogovoritʹ)
- Samiya bakurî: hupmat, hállat
- Sicîlî: parrari → scn
- Sirananî: taki
- Sirboxirwatî: govoriti → sh
- Sirboxirwatî: говорити, причати
- Sonxayî: cii
- Spanî: hablar → es
- Swêdî: tala → sv
- Tagalogî: magsalitâ
- Tirkî: konuşmak → tr, ?depreşmek → tr, ?iltihablanma, ?iltihablanmak, ?iltihaplanmak → tr, ?irinlenmek → tr, ?ufunetlenmek → tr, ?yangılamak
- Ximêrî: និយាយ → km (niyiəy)
- Yûnaniya kevn: λέγω (légō)
- Yûnanî: μιλάω → el (miláo)
- Zuluyî: -khuluma
Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | axiftin | axiftin |
Îzafe | axiftina | axiftinên |
Çemandî | axiftinê | axiftinan |
Nîşandera çemandî | wê axiftinê | wan axiftinan |
Bangkirin | axiftinê | axiftinino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | axiftinek | axiftinin |
Îzafe | axiftineke | axiftinine |
Çemandî | axiftinekê | axiftininan |
axiftin mê