Here naverokê

gotin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

gotin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: -bêj-
RP.
Niha
ez dibêjim
tu dibêjî
ew dibêje
em, hûn, ew dibêjin
Fermanî Yekjimar bibêje
Pirjimar bibêjin
Rehê dema borî: -got-
RP.
Boriya
sade
min got
te got
wê/wî got
me, we, wan got
Formên din: Tewandin:gotin

gotin lêkera xwerû, gerguhêz, t-ya nerm

  1. Bi dengekî normal peyivîn (bêyî qîrîn, stirîn yan pistîn).
  2. Anîn ziman, bi alîkariya ziman peyamek derbirin.
    Di nivîsê de tê gotin ku...
  3. Eşkere kirin, xuya kirin, diyar kirin.
    razê ji kesî re nebêje.
  4. Ferman dan, emir kir.
    got: du kîlo sêv bîne.
  5. Texmîn kirin, bawer kirin.
    Ez dibêjim ku ew êdî nayê.
  6. Peyamek giring ragihandin.
    Bi seetan diaxive lê tiştekî nabêje.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Her wekî hatiye gotin bê hîsab
    Lê neşêm bêjim jî tetwîla Kîtab
     — (Mela Hesenê BateyîMewlûda Kurdî~1720)

Gotinên pêşiyan[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

GOTIN: Hevreha avestayî geob-, farisiya kevn [skrîpt hewce ye] (g-u-b-t-i-y /⁠gaubataiy/, bi xwe gotin), farisiya navîn 𐫃𐫇𐫛𐫤𐫗(gwptn /guften/), farisî گفتن(guften), ji proto-îranî *gáwbati ku binyata wê a bixwe vebirrî nîne. Li gor Chyet belkî hevreha weep/wept (girîn, rondik barandin) ya îngilîzî be.

Bi gengaziyeke mezin ji farisî ye ji ber ku di partî (zimanekî bakur-rojhilhatî) de lêkereke hevreha farisî گفتن(guften) nayê dîtin. Forma farisî di zimanên din ên îranî de jî dema bihurî standard kiriye tevî ku xwemalî nebe jî. /uft/ ên navdêrên farisî di kurdî de yeksanî /ot/ dibin nê /uft/ên lêkeran bi pirranî dibe /eft/ (bide ber farisî شنفتن(/şinuften/) û soranî ژنەفتن(jneftin)) û forma xwemalî a di kurdî de wê bibûya /*geftin/ ku jixwe wek vegeftin heye. Heke wisan bibe, a xwemalî bêtin (wek di galebêt (galegot) de) ve cih kiriye.

-BÊJ-: hevreha hewramî watey û rehê wê yê dema niha -waç-, zazakî vatene û rehê wê yê dema niha -vaj-, pehlewî waz- (binere: awaz), avestayî wac-, sanskrîtî वच् (vac: axivîn) û वक्ति (vakti: ew diaxive), latînî vox, hemû ji proto-hindûewropî *wekʷ-.

Bi zaravayên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gotin gotin
Îzafe gotina gotinên
Çemandî gotinê gotinan
Nîşandera çemandî gotinê wan gotinan
Bangkirin gotinê gotinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gotinek gotinin
Îzafe gotineke gotinine
Çemandî gotinekê gotininan

gotin

  1. Axiftin, peyivîn
    Min ti ji gotina wî fam nekir.
  2. Peyv, kelîme, bêje, çeko.
    Maneya vê gotinê çi ye?
  3. Peyam, mesaj.
    Gotina wî ji me re hat.
  4. Pend, şîret.
    Divê zarrok bi gotina dêbavên xwe bikin.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


peyv, bêje, kelîme: